Önder Beyter
07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Amerîkayê der heqê kuştina Birayê mezin ê oge yê Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un da li dijî Koreya Bakur biryara astengkirineke nû wergirt.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da ji bo biryara astengkirina nû, sûîqesda Kim Jong-nam wekî sedem hat destnîşankirin.
Di daxuyaniyê da der barê naveroka astengkirina nû da tu agahî nehat parvekirin û wiha hat ragihandin, "Hikûmeta Koreya Bakur sîxurê cenga kîmyayî VX emilandiye û li Balafirgeha Kuala Lumpurê Kim Jong-nam daye kuştin."
Kim Jong-namê birayê mezin ê oge yê Kim Jong-un di 13ê Sibata 2017an da li Malezyayê di sûîqesdekê da hatibû kuştin. Hatibû destnîşankirin ku du sîxurên jin li balafirgehê bi derziya bijehr êrişî Kim Jong-nam kirin.