Haydar Şahin
01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
BAKU
Wezîrê Parastinê yê Azerbeycanê Zakir Hesenov ji bo leşkerên ku li Şirnexê di qezaya firokeyê da şehîd ketin ji Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik û Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan ra peyama serxweşiyê şand.
Hesenov di peyama xwe ya ku di malpera Wezareta Parastina Azerbeycanê da hat weşandin da wiha got.
"Li Şirnexa bajarê Komara Tirkiyeyê ya bira di qezaya firokeyê da yekê wan general gelek leşker mirin ez ji ber vê gelekî ber xwe ketim. Ji ber vê bûyera mezin em gelekî xemgîn bûn. Ji kesên ku mirin ra rihmetê dixwazim, êşa eqrebeyên wan pare vedikim. Rihma Xwedê li wan be."