ÎSTANBUL
Prof. Dr. Fuat Sezgînê ku emrê xwe di rêya dîroka zanistên Îslamê da derbas kir û di 94 saliya xwe da wefat kir, tê definkirin.
Seba Prof. Dr. Fuat Sezgîn li Mizgefta Fatîhê nîvro mirasima cinazeyê hat lidarxistin. Beriya merasimê jina Prof. Dr. Sezgîn, Ursula û keça wî Hilal Sezgînê teziye qebûl kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê TBMMyê Îsmail Kahraman, Serokwezîr Binali Yildirim, Alîkarên Serokwezîr Recep Akdag û Fikri Işik, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Zanist Pîşesazî û Teknolojiyê Faruk Ozlu, Wezîrê Karûbarên Av û Daristanan Veysel Eroglu, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş, Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê Ravza Kavakçi Kan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahim Kalin, Serokê YOKê Prof. Dr. Yekta Saraç, Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirma, Serokê berê yê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez, parlamenter û şaredar beşdarî merasimê bûn.
Serokomar Erdogan dema hat mizgeftê, pêşiyê serxweşî da malbata Sezgîn.
Herwiha Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Ali Erbaş nimêja cinaze da kirin.
"Min fêm kir ku bê ka di warê ilmê da mirovekî çawa biryardar e."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya li merasima cinazeyê da diyar kir, çaxa ku wî Prof. Dr. Fuat Sezgîn nas kir, wî fêm kir ku bê ka di warê ilmê da mirovekî çawa biryardar e û çiqasî ji welatê xwe hez dike.
Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir, "İnşallah em ê sala 2019an wek 'Sala Dîroka Zanistê ya Îslamê ya Prof. Dr. Fuat Sezgîn' îlan bikin. Me telîmata vê jî da. Xebatên me dewam dikin ku em berhemên wî yên li dervayî welat jî bînin. Rêveberiya weqfa vê derê vê mijarê baş dişopîne. Bi hatina wan ra çi muzeya li vê derê û çi jî pirtûkxaneya li vê derê dê zehf xurt bibin. Di seranserê jiyana xoceyê me da gelek berhemên wî hene, ev berhem di warê Îslam, zanist, fikr û raman, fîzîk, tib, astronomî û qadên din da ne. Em ê bi van berhemên wî va, wek berg di refan da bi cih bikin û dibe berhemeke 1300 bergî ku taximeke wê jî di Pirtûkxaneya Serokomariyê da ye."
Dû ra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê TBMMyê Îsmail Kahraman, Serokwezîr Binali Yildirim û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş ketin bin darbestê û darbest heya wesayîta cinazeyê bir.
Ji bo definkirinê cinazeyê Sezgîn birin Parka Gulxaneyê.
- Fuat Sezgîn
Fuat Sezgîn li Bedlîsê di 24ê Cotmeha 1924an da hat dinyayê. Fuat Sezgîn li Erziromê dibistana navîn û lîseyê diqedîne û di 1943yan da tê Stenbolê.
Sezgîn li Enstîtuya Lêkolînên Şerqiyatê ya Zanîngeha Stenbolê dibe xwendekarê Helmut Ritterê şerqiyatzanê Alman û li ser pêşniyaza wî li ser zanistên Îslamê dixebite.
Piştî ku Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê di 1951an da diqedîne li ser Edebiyat û Zimanê Erebî doktora dike. Sezgîn teza xwe ya "Çavkaniyên Buxarî" temam dike û di 1954an da dibe doçent û teza wî ya pêşkêşê bi navê "Lêkolînên Ji Bo Çavkaniyên Buxarî" di 1956an da tê weşandin.
Fuat Sezgîn li Tirkiyeyê piştî derbeya eskerî ya di 1960an da ji ber ku hikûmeta bi destê derbekaran tê avakirin tevî 147 akademisyenên ji zanîngehê tê avêtin diçe Zanîngeha Frankfurtê.
Di sala 1965an da li ser Cabîr îbn Hayyan teza xwe ya doktorayê ya duyemîn dinivîsîne û li Zanîngeha Frankfurt pêşkêşî Institut fur Geschichte der Naturwissenschaftenê dike û salek bi şun da dibe profesor. Sezgîn di heman salê da bi Ursula Sezgîna şerqiyetzan ra dizewice. Keça Sezgîn, Hilal di 1970yî da tê dinyayê.
Sezgîn di sala 1967an da cilda ewil ya Dîroka Zanista Ereb-Îslamê temam dike. Sezgîn li ser temamkirina cilda 18an ya Dîroka Zanista Ereb-Îslamê dixebitî.
Sezgîn tevî Suryanîkî, Îbranîkî, Latinî, Erebî û Almanî bi 27 zimanî dizanibû.
Prof. Dr. Fuat Sezgîn li Frankfurtê Muzeya Dîroka Zanistên Îslamê ava kir.
Herwiha li vê derê li heman avahiyê Pirtûkxaneya Dîroka Zanistan jî heye ku ji 45 hezar pirtûkan pêk tê ku wî bi zor û zehmeteke mezin ev pirtûk ji çarheqlê cihanê berhev kirine. Li vê pirtûkxaneyê hin kitêb hene ku di qada xwe da tekane nusxeya resen e û ji bo Dîroka Zanistên Îslamê xwedî cihekî girîng e.
Ji bo alîkariya Muzeya Zanist û Teknolojiyê ya Îslamê li Stenbolê, di 2010an da Weqfa Lêkolînên Dîroka Zanistên Îslamê a Prof. Dr. Fuat Sezgîn hat avakirin.
Enstîtuya Dîroka Zanistên Îslamê a Prof. Dr. Fuat Sezgîn jî di 2013an da di bin banê Zanîngeha Weqfa Fatih Sultan Mehmet da hat avakirin.
Prof. Dr. Fuat Sezgîn ku endamê çendîn akademiyên navneteweyî bû, gelek xelat û nîşan wergirtin ku di navê da endametiya rûmetê ya Akademiya Zimanê Erebî li Qahireyê, Akademiya Zimanê Erebî li Şamê, Akademiya Zimanê Erebî li Bexdayê, Akademiya Qraliyetê li Rabata Fasê, Akademiya Zanistan a Tirkiyeyê hene.
Herwiha Zanîngeha Erzurum Ataturk, Zanîngeha Isparta Suleyman Demirel, Zanîngeha Kayseri Erciyes û Zanîngeha Stenbolê doktoraya fexrî dan Sezgîn. Ji xeynî van, Plaketa Frankfurt am Main Goethe, Madalyona Federal a Almanyayê ya Pileya Yekemîn a Xizmetê, Madaolyona Xizmeta Bilind a Almanyayê, Xelata Pirtûkê ya Zanistên Îslamî a Îranê, Xelata Çandê ya Hessenê û Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê wergirtin.
Muzeya Zanist û Teknolojiyê ya Îslamê li Stenbolê ku di pêşengtiya Sezgîn da hatibû avakirin di 2016an da wekî dezgeh Xelata Taybet a Wezareta Çand û Turîzmê wergirt.