Ji balafira ku li Qazaxistanê kete xwarê 32 kes rizgar bûn
Ruslan Rehimov
25 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2024
Baki
Hat ragihandin ku ji balafira Şirketa Azerbaijan Airlinesê (AZAL) ya ku li nêzîkî bajarê Aktauya Qazaxistanê kete xwarê 32 kes rizgar bûn.
Li Balafirgeha Heyder Eliyev a li Bakuya paytexta Azerbeycanê, ji bo balafira ku li Aktauyê kete xwarê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Berdevkê çapemeniyê yê AZALê Ferîd Huseyinov destnîşan kir ku li tenişt 5 miretebatan 62 rêwî, bi giştî 67 kes di balafirê da bûn.
Huseyinov eşkere kir ku ji rêwiyan 37 Azerbeycanî, 16 Rûsyayî, 6 Qazaxistanî û 3 jî welatiyên Qirxizistanê bûn.
Rayedarê Serdozgeriyê yê Azerbeycanê Kenan Zeynalov jî di daxuyaniya xwe da anî ziman ku li gorî tesbîtên berahî 32 kes ji qezayê rizgar bûne û tên dermankirin.
Balafira ser bi şirketa AZALê ya tîpa Embraer 190 ku ji Bakuyê diçû Grozniyê, nêzîkî Aktauyê ketibû xwarê.
Bakü-Grozni seferini yapan Azerbaycan Hava Yollarına ait uçak Kazakistan'ın Aktau kenti yakınlarında düştü