Muhammet Kurşun
19 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo wefata Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa peyama serxweşiyê belav kir.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî ji bo wefata Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa serxweşî li malbat û xizmên Mistefa û endam û alîgirên Goranê kir.
Barzanî di peyama serxweşiyê de cih da van îfadeyan:
"Bi munasebeta koça dawî ya birêz Newşîrwan Mistefa taziye û serxweşiyên xwe li malbat û xizmên birêz Newşîrwan Mistefa û endam û alîgirên Tevgera Goranê dikim. Ji Xwedayê mezin dawakar im ku rehmetî bi bihişta berîn şad bike. Herwiha sebr û aramiyê bo hemû aliyan bibexşîne."