Muhammet Kurşun
19 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serxweşî da malbata Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Newşîrwan Mistefa û Tevgera Goranê.
Li gor malpera resmî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta wefata Mistefa peyama serxweşiyê weşand û sersaxî malbata wî û partiya wî.
Di peyama sersaxiyê de Barzanî cih da van îfadeyan:
"Bi minasebeta koça dawî ya merhûm Newşîrwan Mistefa taziye û serxweşiyê li malbat, xizim, dost û hevrêyên merhûm û Tevgera Goranê dikim. Ez hemderdê we me û di xema we de hevpar im. Xwedayê mezin merhûm bixe ber rehmeta xwe. Ez hêvîdar im ku Tevgera Goranê û alîgirên merhûm Newşîrwan Mistefa, ji bo xizmeta Kurdistanê armancên hevbeş ên gelê me xebatên xwe berdewam bikin."