Haydar Şahin
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
MUŞ
Firat Alkaşê ku ji vir 18 sal berê ji ber bûyerên terorê ji Dêrxasa navçeya Mûşê bi malbata xwe ra koçî Stenbolê kiribû piştî ku li herêmê ewlehî hat pêkanîn vegeriya memleketê xwe û ji vir 2 sal berê bi piştgiriya dewletê li gundê xwe çêwlika mirîşkan vekir. Alkaş nika xwe bi siparîşan ra nagihîne.
Firat Alkaş di sala 2000î da ji gundê xwe koçî Stenbolê kir û li wê derê dest bi serafiyê kir. Alkaş gelek salan heman kar meşand û piştî ku herêm ji terorê hat paqijkirin jî vegeriya Daxdîbiya gundê Mûşê.
Alkaş serî li "Projeya Cotkarên Ciwan" a Wezareta Xurek Çandinî û Heywandariyê xist ji wê derê 30 hezar lire pere piştgirî sitand. Alkaş bi vî pereyî va li ser dolimek erdî çêwlika 750 mirîşkan ava kir.
Li navçeya bi tenê çêwlika mirîşkan a Alkaş heye. Alkaş hêk û mirîşkên xwe hem difroşe marketan hem jî perekende difroşe welatiyan.
- "Ez di rojê da 500 hêkî dildidim"
Alkaş diyar kir ku ji vir 18 sal berê ji ber terorê revî Stenbolê û wiha pê da çû:
"Hesreta memleket her tim di dilê me da bû. Di van salên dawîn da hizûr û ewlehiya herêmê hat pêkanîn ez jî hatim memleketê xwe. Min ji Projeya Cotkarên Ciwan îstifade kir û li gundê xwe çêwlika mirîşan ava kir. Ez di rojê da 500 hêkî dildidim. Hêkên me organîk in ji ber vê jî eleqeyeke mezin dibînin. Ez dixwazim karê xwe mezin bikim. Ez heba hêkan bi 50 qurişî difroşim."