Önder Beyter
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
VAN
Li Muradiyeya navçeya Wanê 2 ton masiyên kefal ên ku bi qaçaxî hatine girtin, hatin bidestxistin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê xebatên xwe yên parastina masiyên kefal ên ku berhemeke biqîmet ê Gola Wanê ye û di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da girtina wan qedexe ye dimeşînin.
Ekîb, di hundirê newala li taxa Yalinduzê rastî 2 ton masiyên kefal ên ku bi qaçaxî girtine û kirine hundirê torbeyan, hatin. Herwiha li cem masiyan 150 mêtro tor jî hat dîtin.
Ekîban masiyên bidestxistî teslîmî Midûriyeta Xurek Çandinî û Heywandariyê ya Navçeyê kirin.