Elif Orhan
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
BEXDA
Hikûmeta navendî ya Iraqê îlan kir ku "Heke hêzên çekdar ên girêdayî Hewlêrê êrîşê hêzên rêveberiya federal bikin dê bi awayekî qanûnî bersivê bidin."
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Fermandariya Operasyonên Hevpar a girêdayî Wezareta Berevaniyê hat dayîn de hat gotin ku "Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û heyeta muzakereyê ya bi Bexdayê re duh êvarê ji temamiya pêşnûmaya peymana ku hat kirin vekişiya."
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin HKI li pêy bidestxistina wext e û hat destnîşankirin ku bi tu awayî nayê qebûlkirin ku ji peymanê paş vekişin.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
"HKI ji bo berî bigire ku hêzên federal cî bigire û zirarê bide wan di pêvajoya mizakereyan de herekata hêzê dike û xetên parastinê yên nû ava dike. Mimkûn nîne ku em hember vê yekê bêdeng bimînin. Divê em hemû hêz û welatiyên xwe biparêzin. Heke hêzên çekdar ên girêdayî Hewlêrê êrîşê hêzên rêveberiya federal bikin dê bi awayekî qanûnî bersivê bidin."
- "Em naxwazin ku bi HKIyê re bikevin nav pevçûnê"
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya ku di televîzyona dewletê de hat weşandin de got ku "Em naxwazin ku bi HKIyê re bikevin nav pevçûnê. Ev ne ji ber tirs û fikara me ya ji wan e, ji ber ku em giringiyê didin ewlehiya canê welatiyên xwe."
Ebadî destnîşan kir dixwazin ku kotrola hemû deriyên sînor ê welêt bi dest bixin û got ku "Me pêşniyaza bila welatiyên me yên li HKIyê bixin eblûqeyê red kir."
- Barzanî mewziyên pêşmergeyan ziyaret kir
Di vê navberê de Serokê berê yê HKIyê Mesûd Barzanî mewziyên pêşmergeyan ên li Sihêlaya nêzî Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ziyaret kir.