Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (WDT), piştî bagera Haiyanê ji bo alîkariyê bide Filipînê seferber bû. Tîmeke ku ji nûnerên weqfê pêk dihat çû herêmê û di heman demê de kampanyaya "Niha Dem ew Dem e ku Alîkariyê bidin Filipînê" hat destpêkirin.
Tîma alîkariyê ya WDTyê ji bo tespîtkirina xisar û kesên hewceyê alîkariyê çû herêma bagerê. Tîma ji 3 kesan pêk tê, dê piştî lêkolînan pêdiviyên kesên ku di bagerê de xesar dîtine tesbît bike û li gor pêdiviyan alîkariyê bike.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Weqfê Mûstafa Tûtkûn, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di encama bagera Haiyanê de xisareke mezin li Filipînê kest û ev xisar roj bi roj zêde dibe.
Tûtkûn, got ku li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di bagerê de 12 milyon mirov perîşan bû, mal û milkên xwe winda kirin û niha jî bi tîbûn û birçîbûnê re rûbirû ne. Her wiha hê jî ji hin gund û bajarokan tu agahî nehatiye girtin.
Kesên ku dixwazin beşdarî kampanya alîkariyê bibin divê wek peyam "Filipînler" binivîsin û peyamê bişînin nimreya 5601ê an jî pere razînin hesabên li jêrê:
Bankeya Waqfan a Tirkiyeyê Şaxa Meşrûtiyetê
Hesabê TL: TR20 0001 5001 5800 7301 6045 48
Hesabê Dolarê: TR23 0001 5001 5804 8014 3288 70
Hesabê Ewroyê: TR06 0001 5001 5804 8014 3288 85
Bankaya Gel a Tirkiyeyê Şaxa Mîthatpaşayê
Hesabê TL: TR31 0001 2009 3960 0016 0001 44
Bankaya Zîraetê ya T.C.ê Şaxa Mîthatpaşayê
Hesabê TL: TR02 0001 0012 6207 9673 6651 19