MANİLA
Hêzên ewlehiyê yên qeraxê ragihand ku di nav de zarok jî bi tevahî 24 kes di qezayê de mirin û 629 kes jî hatin xelaskirin.
Hatibû diyarkirin ku qeza li nêzîkî bajarê Cebûyê pêk hatiye. Piştî qezayê, ferîbota MV Thomas Aquinas ya ku 800 kes lê siwar bûbû, noqî avê bû.
Hejmara miriyan ewil wek 17 kes hatibû diyarkirin. Xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome.