WASHINGTON
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu li Washîngtona paytextê Amerîkayê piştî hevdîtinên xwe pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.
Li ser pirseke der barê Fetullah Gulen de Çavuşoglu wiha axivî: "Der barê vê mijarê de him rêvebirî û him jî Wezareta Karên Derve tevgera me dizane. Di vê mijarê de li Tirkiyeyê darizandin dewam dike. Dema ku ev pêvajo qediya Wezareta Dadê ji bo bultena sor çi hewce bike wê bike. Em vê pêvajoyê dişopînin, lê ev karê Wezareta Dadê ye. Heta ev darizandina li Tirkiyeyê neqede, bultena sor wê neyê derxistin. Li gor agahiyên ku me ji Wezareta Dadê hilda pêvajoya hiqûqî dewam dike."