Abidin Yel
01 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2026
Li Cizîra navçeya Şirnexê qalibê înşeatê hat xwarê û 5 karker birîndar bûn.
Li Taxa Sûrê di înşeata kargehekê da dema beton dihat valakirin, qalib tep bûn.
Li ser îxbarê, ekîbên tenduristî, polês, îtfaiye û AFADê hatin sewqkirin.
5 karkerên ku bi tepbûna qalib birîndar bûn, bi destê ekîbên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatin veguhestin.