Elif Orhan
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2019
KABUL
Nûnerê Taybet ê Efxanistanê yê Amerîkayê Zalmay Xelîlzad got ku "Ji bo hevdîtinên bi Talîbanê re destpê bikin pêşketin çêbû."
Xelîlzad di civîna çapemeniyê ya ku li Balyozxaneya Kabulê ya Amerîkayê li dar xist de axivî û got ku Amerîka ji bo ku di navbera hikûmeta Efxanistanê û Talîbanê de raste rast diyalog bê destpêkirin gelekî hewl da.
Xelîlzad got ku "Ji bo ku hevdîtinên aştiyê yên bi Talîbanê re destpê bikin gelekî pêşketin çêbû." û diyar kir ku dikarin pirsgirêkên li Efxanistanê di navbera xwe de çareser bikin, di mijara aştiyê de atmsfer bi qasî ku tu carî ev qas amade nebibû amade ye.
Xelîlzad wiha axivî: "Min Talîbanê teşwîq kir ku bi meqamên Efxanistanê re raste rast hevdîtinê bike. Meqamên Exfanistanê divê êdî pirsgirêkên di navbera xwe de deynin aliyekî û firsendeke wiha mezin ji dest nerevînin."
Xelîlzad qal kir ku ewlehî û îstiqrara Efxanistanê ji bo Amerîkayê sedema fikaran e û destnîşan kir ji bo ku li welêt agirbest pêk bê bi Efxanan re hevpar dixebitin.
Xelîlzad qal kir ku di hevdîtina dawîn a ku bi nûnerên Talîbanê re li Qatarê hat kirin de li ser mijarên ji Efxanistanê paşvekişîna Amerîkayê, pêkanîna agirbestê û tunekirina rêxistinên terorê yên din ên li welêt hat axaftin.
Xelîlzad ji bo ku encamên tura aştiyê ya çaremîn a ku derketê bi Serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî re parve bike duh li qesrê hevdîtin kiribû.