Ahmet Aydın
08 Adar 2019•Rojanekirin: 10 Adar 2019
Eniya Turkmenî ya Iraqê (ITC) plaketa spasiyê da ofîsa Hewlêrê ya Ajansa Anadoluyê (AA).
Di merasîma ku li avahiya nûnertiya ITCê ya li Hewlêrê hat lidarxistin de, ji ber xebatên wan ên serkeftî plaketa spasiyê pêşkêşî nûnerên weke AA, TRT û Heyva Sor a Tirkî hat kirin.
Nûnerê AAyê yê Hewlêrê û Edîtorê Nûçeyên Soranî Salih Bilicî plaketa xwe ji destê Parlementerê ITCê Aydin Marûf sitend.
Nûnerê TRT yê li Hewlêrê Yilmaz Aslan jî plaketa xwe ji destê Serokê Wilayeta Hewlêrê yê ITCê Îmdad Bîlal, Serokê Delegasyona Heyva Sora Tirkî yê Iraqê Utku Akbaş jî ji destê Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Heddad sitend.