10 Sibat 2016•Rojanekirin: 11 Sibat 2016
CENEVRE
Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Wîllîam Spîndler li ofîsa Cenewreyê ya NY duh daxuyaniyek da û got ku Tirkiye bila ji penaberên sûrî yên ku ji ber êrîşên li Helebê xwe spartine deriyên sînor re deriyan weke.
Spîndler anî ziman ku li Tirkiyeyê 2 milyon û nîv penaber hene û îsal yên nû ve ev hejmarê bigihêje 3 milyonan û wiha axivî: "Em nizanin ku wê çiqas penaber werin Tirkiyeyê. Di mijara penaberan de Tirkiye welatekî destvekirî ye, lê em bangî civaka navneteweyî dikin ku bila alîkariya Tirkiyeyê bikin. Ev jî bi piştgiriya aboriyê û qismeke penaberan ji bo hatina welatên xwe qebûlkirinê ve mumkin e."
- "Hatina penaberan astengkirin bê mene ye"
Spîndler got ku divê penaber ji rêya Tirkiye, Urdun û Lubnanê ve bi awayekî rêk û pêk, organîze, bi vîzeyê, bi balafiran ve bigihînin Ewropayê.
Spîndler wiha axivî: "Divê em pêla penaberan qebûl bikin. Hatina penaberan astengkirin bê mene ye. Ya ku divê bê kirin ew e ku li ser sînoran têl neyên vegirtin. Bila astengî li ber wan neyê derxistin ku ew serî li rêyên bitaluke nexin. Bi rê û rêbazên ku bê texmînkirin û bê kontrolkirin ve divê em vê mijarê çareser bikin."
Spîndler got ku nifûsa welatên Ewropayê 500 milyon e û heke milyonek penaber di nav van welatan de bê parvekirin ev ê ji bo Yekîtiya Ewropayê nebe pirsgirêk û wiha dewam kir: "Tirkiye bila ji penaberên sûrî yên ku ji ber êrîşên li Helebê xwe spartine deriyên sînor re deriyan veke. Jixwe dema şer dest pê kir heta niha vekiriye jî."