İbrahim Atmaca
03 Hezîran 2019•Rojanekirin: 04 Hezîran 2019
Li Sûdanê gel çend hefte ne li paytext Xartûmê pêşiya Wezareta Parastinê nobedariya demokrasiyê dike û artêşê serê sibê midaxaleyî gel kir û 9 kes hatin kuştin. Piştî vê bûyerê Balyozxaneya Xartûmê ya Tirkiyeyê bangî welatiyên Tirk ên li Sûdanê kir ku dernekevin derva û ji qadên xwepêşandanê dûr bisekinin.
Balyozê Xartûmê yê Tirkiyeyê Îrfan Nezîroglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Ji ber bûyerên ku hê li nav bajarên Xartûmê dewam dikin, welatiyên Tirk heke mecbûr nemînin bira dernekevin derva û teqez ji qadên xwepêşandanê dûr bisekinin."
Nezîroglu diyar kir ku di rewşên acil da welatiyên Tirk dikarin li balyozxaneyê bigerin û wiha dewam kir, "Em bûyeran ji nêz va dişopînin û bi welatiyên xwe ra di nav têkiliyê da ne. Heta niha der heqê welatiyê me da tu rewşeke neyênî negihiştiye me."
Li Sûdanê di 19ê berfanbara 2018a da ji ber qeyrana aboriyê xwepêşanan dest pê kiribû. Ev xwepêşandan paşê li Xartûm û tevahiya welêt bûbûn çalakiyên dijî rejimê. Piştî van çalakiyan di 11ê nîsanê da artêşê dest dabû ser rêvebiriyê. Piştî daxuyaniya artêşê, heyama Omer el-Beşîr a 30 salan qediyabû.
Herwiha piştî ku artêşê rêveberî kir kontrola xwe, xwepêşandêran nerazîbûna xwe nîşan dan û rabûn ser piyan da ku rêveberî bikeve destê sivîlan. Ji bo tayînkirina vê pêvajoyê jî xwepêşandêran bi rêveberiya artêşê da danûsitandin dikirin.