Önder Beyter
21 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Dr. Geylani Can ku li Zanîngeha Harvardê di Beşa Biyolojiya Kîmyayî û Farmakolojiya Molekuler da xebatên xwe didomîne, di pêşbirka ku ji hêla Saziya Lêkolîna Qanserê ya Amerîkan û Enstîtuya Lêkolîna Qanserê ya Îngiltereyê tê lidarxistin da "Xelata Lêkolîna Transatlantîk" ku nirxê wê 400 hezar dolar û didin zanyarên ciwan, wergirt.
Dr. Geylani Can ê mezûnê lîsans û lîsansa bilind a Biyolojiya Molekuler û Genetîk a Enstîtuya Teknolojiyê ya Bilind a Îzmirê (IYTE), di dema perwerdeya xwe ya lîsansa bilind a li Enstîtuya Karolinskayê ku li Swêdê ye jî lêkolîn pêk anîn.
Canê ku xebatên xwe yên li vê derê di kovarên zanistî yên rêzdar ên navneteweyî da weşandin, piştî kutakirina lîsansa bilind, di Enstîtuya Gurdon a Zanîngeha Cambridgeê da dest bi doktorayê kir.
Dr. Geylani Can ku piştî temambûna doktorayê jî xebatên xwe li Zanîngeha Harvardê di Beşa Biyolojiya Kîmyayî û Farmakolojiya Molekuler da didomîne, rêbazeke bilez dît ku dê guhertinên di DNAyê da analîz bike û ji bo vê rêbazê serî li patentê da.
- "Xelata Lêkolîna Transatlantîk" ku nirxê wê 400 hezar dolar e wergirt
Projeya Canê ku beşdarî pêşbirka ku ji hêla Saziya Lêkolîna Qanserê ya Amerîkan û Enstîtuya Lêkolîna Qanserê ya Îngiltereyê tê lidarxistin bû, ket nava 4 projeyên ku layîqî xelatê hatin dîtin.
Can dê di projeyê da wê yekê lêkolîn bike ka xesarên DNAyê ku di qonaxa dawîn a perçebûna hucreyê da çêdibin, çawa tê temîrkirin.
Can dê qedera 4 salan şûnda dawiyê li vê projeyê bîne ku armanca projeyê jî ew e ku qanser di serî da ji bo gelek nexweşiyan rêbazên nû yên tedawiyê bên dîtin.
Ev projeya Can dê 4 salan piştgiriya derfeta laboratuvarê ya Zanîngeha Harvardê û Enstîtuya Lêkolîna Qanserê ya Îngiltereyê werbigire.
- Armanc ew e ku rê li perçebûna DNAyê were girtin
Dr. Geylani Can di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku pêşbirk ji bo wan zanyaran tê lidarxistin ku di destpêka kariyera xwe da ne.
Can got ku zêdeyî hezar zanyarî beşdarî pêşbirkê bûn û herwiha ew gelekî bextewar e ku wî wekî zanyarekî Tirk xelat wergirt.
Can destnîşan kir ku di hucreyên tendurist da rêzeke genan heye û wiha dewam kir:
"Di genoma hucreyên qanserê da jî kaoseke pir mezin heye. Ez bi vê projeyê va hewil didim ku fêm bikim ka ev kaosê çawa dest pê dike. Gava her tişt di rêya xwe da diçe, DNA xwe zêde dike, ka problemeke çawa derdikeve holê ku em dikevin tevliheviyeke evqas mezin. Em ê di projeyê da vê yekê fêm bikin. Heger em bigihîjin encamên ku em dixwazin, ne tenê qanser em ê rê li geşedana gelek nexweşiyan bigirin."