Türkan Tosun
21 Hezîran 2020•Rojanekirin: 22 Hezîran 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 116 zêde bû û derket 9 hezar û 623 kesan.
Sîma Sadat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li welêt 116 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 2 hezar û 368 kesên din jî bi vîrusê ketin.
Lariyê destnîşan kir ku hejmara miriyan derket 9 hezar û 623 kesan, hejmara pêketiyan jî derket 204 hezar û 952 kesan.
Berdevk Lariyê got ku rewşa 2 hezar û 887 nexweşan giran e, hetanî niha 163 hezar û 591 kes baş bûn û çûn malên xwe.
Lariyê diyar kir ku hetanî nika milyonek û 395 hezar û 675 test hatin kirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku xêncî Xuzistanê, Hurmuzgan, Kirmanşah, Azerbeycana Rojhilat, Sîstan-Belucîstan di nav herêmên xeternak da ne.
Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li Qûmê nexweşê Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin.