Haydar Şahin
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
QUDIS
Cihuyên fanatîk ên ji Îsraîlê ji ber ku ew ê şebeqa roja înê ji bo Cejna Pesehê (Cejna Bêhevîr) merasima qurbanê bikin bangî Mislimanan kirin ku bira Mescîda Eqsayê texliye bikin.
Cihuyên fanatîk îro ber destê sibê afîş di deriyên Mescîda Eqsayê ya li Bajarê Kevn ê Qudsa Rojhilatê ya dagirkirî da kirin û bang kirin ku Herema Şerîf texliye bikin.
Di afîşê da ji bo Mescîda Eqsayê gotin Girê Perestgehê û bi hincetên qaşo dînî va gotin "Li gor dînê Cihutiyê ji bo qurbana Pesehê dibê Girê Perestgehê were valakirin." û ji Mislimanan xwestin ku bira şebeqa 30yê adarê roja înê Mescîda Eqsayê terk bikin.
Li gor teqwîma Îbrahîmî ev rojên ku em tê da ne wekî destpêka "meha nîsanê" tê qebûlkirin û di van rojan da Cejna Pesehê tê tê pîrozkirin. Di van rojan da zextên Cihuyan ên li ser Mescîda Eqsayê zêde dibin.
Cihuyên Fanatîk do jî li herêma Qesra Emewiyan a li rexê dîwarê başûr ê Mescîda Eqsayê ji bo amadehiyên Pesehê ayînên Talmudîk kiribûn.
Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê li ser vê îxlalê daxuyaniya nivîskî dabû û gotibû, "Di dîroka Qudsê da ev cara ewil e ku li vê derê ayîna Talmudîk tê kirin. Bira were zanîn ku ev herêma herêma weqfa Îslamî ye û bi tanê ya Mislimanan e."
Mescîda Eqsayê ya li Qudsa Rojhilatê di heman demê da qubleya ewil a Mislimanan e.