Nihat Kavşut
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
ANKARA
Mehmûd Ehmedînejadê Serokomarê Îranê yê berê ji Elî Xameneyê pêşengê welêt ra name şand û daxwaz kir ku bira hilbijartin "di nav şert û mercên azad da" bên kirin.
Di nameya ku li ser malpera "Dewlet-î Bihar" ya nêzî serokomarê berê hat weşandin da Ehmedînejad ji Xameney daxwaz dike ku rayeyên serokomar, meclis û darazê bên nûkirin.
Ehmedînejad di nameyê da destnîşan kir di warê darazê da guherîn bê kirin û daxwaz kir ku kesên salên berê ji ber rexne û îtirazê hatine girtin bên berdan û dozên hatine vekirin bên betalkirin.
Mehmûd Ehmedînejad di nameyê da bal kişand ser xeberdana Xameney ku roja yekşemê destnîşan kir divê guh bidin daxwazên welatiyan û pirsgirêk bên çareserkirin û ji Xameney daxwaz kir ku hilbijartin "di nav şert û mercên azad da" bên kirin.
Ehmedînejad bal kişand ser daxuyaniya Ayetullah Elî Xameney ya "em di warê darazê da li paş mane" û diyar kir ku divê demildest di darazê da guherîn bê kirin û got ku wê ev jî rê li ber "îadekirina îtibara mezlûman" û "guherînên siyasî" veke.
Ehmedînejad li Îranê du heyam bû serokomar û piştî hilbijartinên 2009an ji ber ku hat îlankirin qezenc kiriye bûyerên civakî yên mezin derketibûn.