Haydar Şahin
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
WASHINGTON
Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê der barê hevdîtinên di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê yên ji bo sitandina fuzeya S-400î ya sîstema parastinê da got, "Ya girîng ew e ku endamên NATOyê amûrên leşkerî yên dikarin bi sîstemên NATOyê ra bixebitin bi kar bînin."
Nauerta Berdevk di civîna çapemeniyê ya rojane da li ser mijara hevdîtinên di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê yên ji bo sitandina fuzeya S-400î ya sîstema parastinê axivî.
Nauerteyê got, "Ya girîng ew e ku endamên NATOyê amûrên leşkerî yên dikarin bi sîstemên NATOyê ra bixebitin bi kar bînin. Heke Tirkiye S-400î bikire sîstema Rûsyayê li gor standardên me li hev nayên û ev jî dibe sedema fikaran."
Vladimir Kojinê şêwirmendê hevkariya teknîkî û leşkerî yê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di hevpeyvîna ku dabû TASSa ajansa xeberan da diyar kiribû ku peymana ji bo sewqiyata sîstema fuzeya S-400î hat îmzekirin û amadehiyê dikin ku pêk bînin.