Sevim Hatun
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
RIYAD
Melikê Erebistana Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz, ji bo dawiya sala 2017an û serê sala 2018an "Zîrweya Erebistana Siûdî-Efrîqayê" bê kirin bangewazî kir
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Tw,tterê yê Wezareta Karên Derva hat belavkirin de wiha hat gotin: "Melik Selman, bang li serokên Yekîtiya Efrîqayê dike, serokan ji bo dawiya sala 2017an û serê sala 2018an Zîrweya Erebistana Siûdî-Efrîqayê bê kirin vedixwîne welêt."
Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdiyê Adil el-Cubeyr, li Addis Ababaya paytextê Etiyopyayê ye ku mazûvaniya serdema 29emîn Yekîtiya Efrîqayê dike. Tê îfadekirin ku Wezîr Cubeyr di çarçoveya zîrweyê de wê 6 hevdîtinên dualî bike.