Önder Beyter
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
BOGOTA
Tedawiya Rodrîgo Londonoyê serokê Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) yê ku wekî Timochenko tê naskirin û li Kolombiyayê çend roj berê rakiribûn nexweşxaneyê, wê li Kubayê dewam bike.
Komîsyona Bilind a Aştiyê ku dezgeha sepana peymana aştiyê ye, di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da diyar kir ku hikûmetê îzin da ku tedawiya Londono li Kubayê dewam bike.
Sermizakerevanê rêxistinê Ivan Marquez ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyên Balyozê Norwecê yê li Bogotayê Johan Vibeê ku li nexweşxaneyê Londono ziyaret kir, parve kir.
Marquez destnîşan kir ku Borge Brendeyê Wezîrê Karên Derva yê Norwecê ku welatê garantorê peymana aştiyê ye jî bi têlefonê li Londono geriya. Marquez herwiha ragihand ku rewşa serokê FARCê qenc e.
Di 2yê tîrmehê da ji ber giliya singêşî û sergêjiyê rakiribûn servîsa hawarê ya nexweşxaneya li Villavicencioyê. Serokê FARCê yê ku wekî Timochenko tê naskirin, ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku rewşa tenduristiya wî bere bere baş dibe.
Rodrigo Londono ligel Serokê Dewletê Juan Manuel Santos li dervayê bajarê Mesetasê li qada civana La Guajirayê beşdarî merasîma ku tê da hemû çekên FARCê hatibûn radestkirin, bûbû.