Elif Orhan
17 Îlon 2016•Rojanekirin: 19 Îlon 2016
KERKÛK
Hat diyarkirin ku sewqiyata neftê ya ku ji Kerkûka bajarê Iraqê bi Xeta Boriyê ya Kerkûk-Yumurtalikê tê kirin piştî 48 saetan dîsa dest pê kir.
Endamê Komîsyona Vejenê ya Meclisa Bajêr a Kerkûkê Necat Huseyîn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Ji ber erizeyeke teknîk a ku yek ji bîrên neftê yê li Habbazê yên li Kerkûkê qewimî sewqiyata neftê seranserê du rojan hat rawestandin. Piştî ku erizeya teknîk hat temîrkirin piştî nîvro dîsa neft hat sewqkirin."
Huseyîn diyar kir ku ji xeta boriyê ya navborî niha rojane 50 hezar warîl neft tê îxraçkirin û wiha axivî: "Armanca me ew e ku em ji Kerkûkê rojane 100 hezar warîl nefta xam îxraç bikin lê belê ji bo ku ev performans bê bidestxistin hewceyî bi hinek wextê heye."