Elif Orhan
17 Îlon 2016•Rojanekirin: 18 Îlon 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê beşdarî Hevdîtinên Giştî yên Heyama 71emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku dê di 20-26ê îlonê de li New Yorkê bê lidarxistin bibe.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat dayîn hevdîtinên giştî yên Lijneya Giştî ya 71emîn a NYyê dê di 20-26ê îlonê de li New Yorkê bi mijara "Hedefên Pêşketinê yên Berdewam: Ji bo Guherîna Dinyayê me Hemleya Gerdûnî" bê kirin.
Erdogan dê di 20ê îlonê roja sêşemê beşdarî bernameya ku dê ji ber salvegera yekemîn a Rojeva Pêşketinê ya 2030yan û Hedefên Pêşketina Berdewam û vebûna Lijneya Giştî bibe û pişt re xitabê Lijneya Giştî ya NYyê bike.
Tê payîn ku Erdogan beşdarî lûtkeya serokan a ku dê bi serkêşiya Serokê DYAyê Barack Obama bi mazûvantiya Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun, Kanada, Almanya, Swêd, Etiyopya û Urdunê de di mijara pebaneran de bê lidarxistin bibe.
Serokomar Erdogan di lûtkeyê de dê axaftineke der heqê qeyranên mirovahiyê û hereketên koçê yên ku ev dibin sedem û bi giştî dîplomasiya mirovahiyê ya aktîf a Tirkiyeyê, bi taybetî jî dê axaftineke ku berpirsyariya ku Tirkiyeyê di mijara penaberan de hilda ser xwe bike.
Tê plankirin ku Erdogan heman rojê beşdarî firavîna ku dê Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-Mun ve bê dayîn berêvarê jî dê beşdarî resepsiyona ku dê ji aliyê Obamayê Serokê DYAyê û xanima wî ve bê dayîn bibe û di heyama ku dê li New Yorkê be jî dê bi hin serokdewlet û serokên hikûmetan re hevdîtinên rû bi rû bike.
Tê payîn ku Erdogan bi aliyên kar û veberhênanê yên DYAyî, rîspî, nûnerên civakên tirkan û misilmanan re jî bê bal hev û bi nûnerên saziyên çapemeniyê re jî hevpeyvîn bike.