Türkan Tosun
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
MOSKOVA
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov piştî êrîşa kîmyayî ya li Dûmayê der barê rewşa Sûriyeyê de bangî hemû aliyan kir bila ew ji gavên ku herêmê wê bêtir bê îstiqrar bikin dûr bisekinin.
Peskov daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Ez hêvî dikim hemû alî ji wan gavên ku rewşa nebaş a li herêmê wê hê zêdetir bê îstiqrar û provoke bike, dûr bisekinin."
Peskov der barê êrîşa kîmyayî ya li Dûmayê de got ew piştgirê lêpirsîneke bêalî ne.