14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
MOSKOVA
Berdevkê Çapemeniya Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir, Rûsya û Tirkiye der heqê mijara Sûriyeyê da tevkariyê didomînin, her du welat jî dixwazin ku yekparetiya axa Sûriyeyê û yekîtiya polîtîk were parastin.
Peskov ji qanala ûris a RTyê ra axivî û wiha got: "Em û Tirkiye li ser fikra parastina yekparetiya axa Sûriyeyê û yekîtiya polîtîk a Sûriyê ne. Her du welat jî yekîtiya Sûriyeyê û çareseriya qrîza welêt bi rêya polîtîk dixwaze."
Peskov destnîşan kir, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di mijara Sûriyeyê da timî di nav diyalogê da ne û wiha dewam kir: "Di mijara Sûriyeyê da ji bo me pir girîng e ku agahî di asta dîplomat û leşkeran da were hildan û dayîn."