01 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê îdiayên rêxistina terorê DEAŞê bi PKK/PYD-YPGyê li hev kir û ji Reqayê bêşer derket û berê xwe da Palmîrayê (Tedmûr) de got: "Wezareta Parastinê yê Rûsyayê vê agahiyê teyîd dike."
Lavrov li paytext Moskovayê di civîna çapemeniyê de pirsa der barê îdiaya DEAŞ bi PKK/PYD-YPGyê li hev kir û bêşer ji Reqayê derket de bersivand.
Lavrov ragihand ku PKK/PYD-YPGyê van îdiayan qebûl nake lê agahiyên di destê wan da cuda ne.
Wezîrê Karên Derva li ser îdiaya got: "Wezareta Parastinê yê Rûsyayê vê agahiyê teyîd dike. Lewra piştî vê agahiyê DEAŞ ji Reqayê derket û berê xwe da Palmîrayê. Li ser vê jî hêzên rûs tevger tespît kir û li konvoyê xist."
Lavrov ragihand ku hedefên DEAŞê yên li Sûriyeyê hedefên meşrû ne û dema bên tespîtkirin wê bên îmhekirin.