Ahmet Aydın
31 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
SILÊMANÎ
Hoste Şadiye û Nîgara şagirda wê ku yekem kesê jin in li Herêma Kurdistana Iraqê dukana rûnguherîna otomobîlan vekirine, li dukana xwe ji seat 9ê sibehê heta 6.30î êvarî karê xwe didomînin.

Hoste Şadiye Hesenê derbarê karê xwe ji nûçegihanê AAyê re axivî û anî ziman ku ji ber ew jî xwedî otomobîle, xwestiye xwe bi xwe karê rûnguherîna otomobila xwe bike û meraqa vî karî jê re çêbûye.

Şadiyeyê got, "Vekirina vê dukanê weke xeyal û xwestekeke min bû. Min gelekî dixwest ku dukanekê vekim û bêjim em ne kêmî zilaman in. Vaye ez li ber çavan radixim ku jin jî dikarin hemî karê ku zilam dikin, bikin. Bila jin hemî bi xwe ewle bin ku dikarin bibin sermiyana mala xwe."

Hoste Şadiye derbarê karê xwe de wiha axivî: "Karê me yê sereke rûnguherîna otomobîlan e û digel vê jî çêkirina teker û balansa wan jî me ji xwe re kiriye kar. Di dahatuyê de ez dixwazim kargeheke temîra otomobîlan vekim û jinan tê de bidim xebitandin. Herwiha ez hewl didim ku fêrgehekê di vî warî de vekim û jinan fêrî vî karî bikim."

Nîgar Fetaha ku weke şagird li ber destê Şadiyeyê ye got, "Berî em dest bi kar bikin, Şadiye xanimê behsa vî karî ji min re kir, gotî projeyeke min a wisa heye, gelekî kêfa min ji vî karî hat û min biryar da ez vî karî bikim. Karê me gelekî bi dilê me ye. Em dixwazin jin bi xwe bawer bin ku karin karê zilaman bikin û bibin sermiyanê xwe."