Abdullah Tel
19 Îlon 2020•Rojanekirin: 20 Îlon 2020
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di peyama xwe ya ji bo Rojhilatê Behra Spî weşand da got: "Me ji Tirkiyeyê ra peyameke xwerû şand û xwest ku bêyî dilxwazî û dilpakiyê em dest bi gotûbêjekê berpirsyariyê bikin."
Macron cara ewil e ku ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyameke bi Tirkî diweşîne û wî der barê ji ber rageşiya li Rojhilatê Behra Spî diqewime da daxuyanî da.
Emmanuel Macron di peyama xwe da wiha got:
"Li Ajacciodoyê me ji Tirkiyeyê ra peyameke eşkere şand û xwest ku bi niyeteke baş dest bi gotûbêjê bikin. Ev bang ji niha pê va banga Parlementoya Ewropayê ye jî. Xuyaye ku peyam çûye cihê xwe. De ka em pêşva biçin."