Abdullah Tel
19 Îlon 2020•Rojanekirin: 20 Îlon 2020
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan Rûsya bo eniyên Xelîfe Hefterê ku pişta xwe bi hêzên biyanî girêdaye xurt bike ji Sûriyeyê şervanan bi peretî dişîne.
Rûsyayê ji Şebîhaya hêza milîs a herêmî ya bi destê hêzên rejima Esed va hat avakirin 400 kes bi peretî şand Lîbyayê da ku bila li wê derê şer bikin.
Endamên Şebîhayê yên ku li Lîbyayê tevlî hêzên Xelîfe Hefter bûn pêr ji balafirgeha Qamişloyê derbasî baregeha Himeymînê ya Ûrisan a ku li Lazqiyeyê bûbûn.
Endamên Şebîhayê tevlî gelek sûcên şer bûne û şandina wan jî ji hêla Salim El-Hellûşê yek ji rêvebirên Partiya Baasê ya herêmî bû va hat kirin.
Ji bo eskerên peretî yên ku ji Sûriyeyê dişînin Libyayê Rûsya mehê bo serê her yekî di navbera 1500 û 2 hezarî da dolar dide.
Meha borî jî Rûsyayê li Qamişloyê bi hezar kesên emrê wan di navbera 20 û 45 salan da bû ra li hev kiribû da ku bila herin Lîbyayê û li eniyên şer alî Hefter şer bikin û ew kes jî wê di demeke kurt da bişînin Lîbyayê.
Heta îro Rûsyayê ji 5 hezarî zêdetir şervanên peretî bo Hefter ji Sûriyeyê şand Libyayê.
Di nav eskerên li alî Hefter in da tevlî eskerên peretî yên Rûsya dişîne ji Sûdan û Çadê jî gelek şervanên biyanî yên bo pere hatine hene.
- Şebîha
Şebîhaya hêza milîs a herêmî bi destê rejima Esed ji bo rê nedin çalakiyên aştiyê yên di sala 2011ê da dest pê kirin hatibûn damezrandin.
Ew bi navê Hêza Parastina Neteweyî jî tên naskirin û tê zanîn ku Îran jî piştevaniyê dide wan.
Di hilbijartina parlementoyê ya 3yemîn a "bê gel" ku meha Tîrmehê hat kirin da rejima Esed Şebîhayên tevlî sûcên şer bûne jî daxilî meclisê kir.
Endamên Şebîhayê kuştinên komî jî di nav da tevî kuştina bêdarizandin, îşkence, dîlgirtin û gelek sûcên şer bûne û ev yek jî di raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) da hatibûn eşkerekirin.