Elif Orhan
21 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2018
BRUKSEL
NATOê der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê li ser herêma Efrînê de nirxandina "Mafê hemû welatan heye ku xwe biparêzin." kir.
Rayedarê NATOyê yê ku der barê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku Tirkiye li herêmeke bêîstiqrar e û ji terorîzmê zirarên mezin dîtine û got ku "Mafê hemû welatan heye ku xwe biparêzin. Girîng e ku ev ev yek bi awayekî mutenasip û bipîvan bê kirin."
Rayedarê NATOyê bi bîr xist ku NATO endamekî koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê ye lê belê li Sûriyeyê di sehayê de mewcûdiyeta wê tune û destnîşan kir ku Tirkiyeyê der barê operasyonê de mitefîqên xwe yên NATOyê agahdar kirin.
Herwiha ragihand ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi birêvebiriyên Tirk re di nav têkiliya nêz de ye û bi bîr xist ku roja sêşemê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re jî bi telefonê axiviye.