Ahmet Aydın
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 15 Gulan 2020
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg destnîşan kir ku ambargoyeke çekan li Libyayê heye ku pêdivê hemî alî rêzê lê bigirin û got, “Ev wê yekê nîşan nade ku hikûmeta Fayez Serrac û hêzên di bin îdareya Hefter de hemkûf in. Ji ber vê NATO amade ye piştevaniya hikûmeta li Trablûsê bike.”
Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya La Repubblicayê de ku yek ji rojnameyên tîrajzêde yên Îtalyayê ye, derbarê pêşhatên herêmî di çarçoveya şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li Deryaya Spî de nirxandin kirin.
Stoltenberg di bersiva pirsa derbarê tevî ku Tirkiye endamê NATOyê ye li Deryaya Spî, Sûriye û Libyayê rojeva xwe disepîne de got, “Di NATOyê de em 30 hevbeş in, dibe ku di gelek mijaran de pozisyonên me yên cihê hebin, lêbelê Enqere hevpeymanekî me yê giring e. Em piştevaniya wan hewlên ji bo peymanên aşitiyê yên NYê dikin ku li Libya û Sûriyeyê tên kirin. Ev wê yekê nîşan nade ku hikûmeta Serrac û hêzên di bin îdareya Hefter de hemkûf in. Ji ber vê NATO amade ye piştevaniya hikûmeta li Trablûsê bike.”