Nihat Kavşut
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bona Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê peyam weşand.
Serokwezîr Yildirim di peyama Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê da wiha got: "Çawa ku temelên dewleta me dihatin avêtin guh dan îradeya gel îro dîsa ji bo dewama dewletê guh didin îradeya gel. Mesafeya ku me di vê rêyê da hilda ji bo welatê me rûmet e. Bi îzna Xwedê em ê di vê îstiqametê da bimeşin, tu çete û tu hêz nikare meşa me bide sekinandin."
Yildirim di berdewamiya peyama xwe da wiha got: "Li dijî yekîtî, xwîşk û biratiya me û pêşeroj û îstiqlala me wê tu çalakiyeke terorê, hewlên derbeyê û êrîşên fînansê û medyayê wê negihêjin encamê. Rihê gelê me yê yêkîtiyê wê hemû dafikên hêzên fesadiyê têk bibe. Komara Tirkiyeyê wê bi çanda xwe ya demokrasiyê, nasnameya xwe ya dewleta hiqûqê û bi kevneşopiya xwe ya bi welatiyên xwe ra bûye yek mohra xwe li sedsala 21an bixe."