Türkan Tosun
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
WASHINGTON (AA) - Rêveberiya Amerîkayê der barê protestoyên li Îranê dewam dikin de ragihand: "Em piştgiriyê didin gelê Îranê, heqê wan heye ku bi awayekî aştiyane xwe îfade bikin."
Berdevktiya Çapemeniya Qesra Spî der barê protestoyên li Îranê dewam dikin de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Em piştgiriyê didin gelê Îranê, heqê wan heye ku bi awayekî aştiyane xwe îfade bikin. Heqê wan heye ku dengê wan bê bihîstin. Em bangî aliyan dikin ku bi rêyên aştiyane mafê bingehîn ê xweîfadekirinê bê parastin û dev ji çalakiyên alîkariya sansurê dikin jî bên berdan."
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî rojek ewil li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê Îranê de daxuyaniyek dabû û wiha gotibû: "Der barê protestoyên aştiyane yên welatiyên Îranê de agahî tên ku gel ji gendeliya rejimê û xerckirina samanê welêt li dervayî welêt ji bo terorîzmê aciz e."
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê jî daxuyandibû ku ew çalakiyên li Îranê ji nêz va dişopînin û ew girtina çalakvanan jî şermezar dikin.
Nauertê gotibû serkirdeyên Îranê welatekî xwedî dîrok û çandeke dewlemend e kirine welatekî wisa ku jê xwîn, tundî, tevlihevî îxrac dibe û aboriya wê xilas kirin.
Nauertê bangî gelê Îranê kiribû ku ew li dû mafên xwe yên bingehîn bikevin û piştgiriyê bidin hewldanên li dijî gendeliyê.