27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
DOHA
Elî bin Samih Marriyê Serokê Komîteya Mafên Însanî ya Neteweyî ya girêdayî Hikûmeta Qeterê, bangî Kongreya DYAyê kir û got ku welatên ku abloqeyê disepînin bila hildin "lîsteya reş" a ku dewletên peymanên navneteweyî îxlal dikin tê de ne.
QNAya ajansa fermî ya Qeterê ragihand ku Marrî bi Tom Lantosê Serokê Komîteya lêkolîna Mafên Însanî ya Kongreya DYAyê re hevdîtin kir.
Marrî di hevdîtinê da ji rêveberiya Washingtonê xwest ku ji bo abloqeya li ser Qeterê bê rakirin bi lez tevbigerin û got ku welatên ku abloqeyê disepînin bila têxin "lîsteya reş" a ku dewletên peymanên navneteweyî îxlal dikin tê de ne.
Marrî di hevdîtinê da der barê abloqeyê da raporeke berfireh pêşkêş kir û rayedarê DYAyê dawetî Dohayê kir.