Önder Beyter
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 04 Sibat 2018
RAMALLAH
Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) bangî Hikûmeta Neteweyî ya Lihevkirî kir ku nexşerêyeke bilez amade bike da ku bi Îsraîlê ra peywendiyên xwe yên "siyasî, îdarî, aborî û ewlekariyê" qut bike.
Komîteya Birêvabirina RRFyê piştî civîna li bajarê Ramallaha li Şerîeya Rojava, daxuyaniyek da û herwiha ji hikûmetê daxwaz kir ku nexşerêya çalakiyeke bilez amade bike da ku bi Îsraîlê ra peywendiyên xwe yên "siyasî, îdarî, aborî û ewlekariyê" qut bike.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin, armanc ew e ku bi Îsraîlê ra peywediyên aboriyê bên kifşkirin, astengî û sînorkirinên Protokola Aboriyê ya Parîsê ku di 1994an da hatiye îmzekirin, bên rakirin. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Filistînê hat kirin ku nexşerêya ku amade dike, pêşkêşî Komîteya Birêvabirina RRFyê bike.
Dîsa di civînê da îlhaqa Qudsa Rojhilat û şûnwarên ji bo Cihûyan jî hatin gotûbêjkirin, biryara rawestandina kordînasyona ewlekariyê û peywendiyên aboriyê bi Îsraîlê ra hat dayîn. Li gorî biryareke din a civînê, wê komîteyeke bilind bê avakirin da ku biryarên Komîteya Birêvabirina RRFyê bîne cih û heya ku Îsraîl, dewleta Filistînê ya ku sînorên wê, yên sala 1967an e nas neke, mijara naskirina Îsraîlê bê rawestandin.
Di daxuyaniyê da şêwaza siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump hat şermezarkirin û herwiha wekî "berevajiyê biryarên rewa yên navneteweyî" hat tewsîfkirin.
Herwiha di daxuyaniyê da bangî rêveberiya Washingtonê jî kirin ku siyaseta xwe cardin ji ber çavan ra derbas bike, dawiyê li zimanê şantaj, gef û gurê yê dijî Filistînê bîne.