Haydar Şahin
17 Adar 2018•Rojanekirin: 19 Adar 2018
MOSKOVA
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê biryar da ku 23 diplomatên Îngilîz wekî "merivên nayê xwestin" werin îlankirin û dersînor bikin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destînşankirin, biryar hat dayîn ku 23 dîplomatên Îngilîz ji ber bi destê Îngiltereyê sûcdarkirina bijehrîxistina Sergey Skrîpalê sîxurê Ûris ê berê û Yulîaya qîza wî ya li dijî Rûsyayê werin dersînorkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku dîlopmatên tên dersînorkirin dibê di nav hefteyekê da Rûsyayê terk bikin, destûra ku ji bo li St. Petersburgê Konsolosxaneya Îngiltereyê were vekirin hatibû dayîn jî hat betalkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gor muteqabîliyetê heqê Moskovayê heye ku hê li dijî Londrayê hin gavên din jî biavêje.