17 Adar 2018•Rojanekirin: 18 Adar 2018
ANKARA
Teyareyên bêmirov (ÎHA) dîmênên ku terorîstên YPG/PKKyî li Efrînê ji bona dijî Artêşa Tirkiyeyê hişmendiyeke neyînî ava bikin agir berdidin avahî û wesaîtan kişandin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dibe ser hedefên terorê dewam dike.
Operasyon tenê dijî endamên rêxistinê û baregeh, sitargeh, kozik û wesaîtên rêxistinê tê kirin.
Artêşa Tirkiyeyê li qada operasyonê çek, cebilxane û wesaîtên eskerî li gor hiqûqa navneteweyî diemilîne û ji bona sivîl zirarê nebînin bi baldarî û hesasî tevdigere.
Di operasyonê da terorîst nahêlin sivîl ji Efrîna hatiye dorpêçkirin derkevin û ji bona dijî Artêşa Tirkiyeyê propagandaya dijber bikin her cure rêbazê diemilînin.
Teyareyên bêmirov dîmênên ku terorîstên YPG/PKKyî li Efrînê ji bona dijî Artêşa Tirkiyeyê hişmendiyeke neyînî ava bikin agir berdidin avahî û wesaîtan kişandin.
Di dîmenan da endamên rêxistinê li gelek ciyên Efrînê agir berdidin avahî, wesaît û tesîsan û dixwazin li raya giştî ya navneteweyî dijî Artêşa Tirkiyeyê hişmendiyeke neyînî ava bikin.