Esat Fırat
22 Nîsan 2021•Rojanekirin: 25 Nîsan 2021
Îsraîlê daxuyand ku fuzeya ku li Sûriyeyê bejayê ber bi esman va hat avêtin, li başûrê welêt ket û li ser vê bataryaya ku pê fuze hat avêtin hat gulebarankirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, ji ser axa Sûriyeyê ber bi herêma Negevê (Çola Necefê) ku dikeve başûrê Îsraîlê êrîşeke fuzeyê hat kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li gor tesbîtê demek berê ber bi herêma Negevê va ji Sûriyeyê fuzeyek hat avêtin."
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin, bataryaya ku pê fuze hat agirkirin, hat gulebarankirin û wiha hat gotin, "Artêşa Îsraîlê bataryaya ku fuze pê hat agirkirin û bataryayên din ên fuzeyan ên herêma Sûriyeyê hatin gulebarankirin."
Di daxuyaniyê behsa mirî û birîndaran nehat kirin.
- Ajansa fermî ya rejima Sûriyeyê êrîş ragihand
Ji aliyê din va SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê bi fuzeyê êrîşî Şama paytextê Sûriyeyê kir.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku li fuze li herêma Dumayrê ya gundewar a Şamê ketin û wiha hat gotin, "Pergalên me yên parastina esmanî bersivê dide duzeyên dijmin."
Tê gotin ku li derdora Şamê digel artêşa Sûriyeyê grûbên nêzî Mihafizên Şoreşa Îranê jî bi cih bûne.