29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand, qeyd heye ku di 21ê Tîrmeha 2016an saet 10.22yan da ji ser nimroya ku li ser navê Serkonsolosxaneya DYAyê ya li Stenbolê qeydkirî ye, li nimroya mobîl a Adil Oksuzê ku tê destnîşankirin, "îmamê hêzên asîmanî" yê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ye, hatiye gerîn."
Li ser pirsa nûçegihanên darazê ya der barê nûçeya "şeva hewldana derbeyê ji nimroya santrala konsolosxaneya DYAyê li Oksuz geriyane" ku di rojnameyekê da belav bû da çavkaniyên Serdozgeriyê ev agahî, "Qeyd heye ku di 21ê Tîrmeha 2016an saet 10.22yan da ji ser nimroya ku li ser navê Serkonsolosxaneya DYAyê ya li Stenbolê qeydkirî ye, li nimroya mobîl a Adil Oksuz hatiye gerîn", parve kirin.
Ji hêla din va hat destnîşankirin ku kontrolên dawîn ên îdianameya der heqê kiryarên li Baregeha Akinciyê yên şeva hewldana derbeyê hatin kirin û dibe ku sibê biçe ber destê dadgehê. Di îdianameyê da herwiha Oksuz jî di nava berşikan da ye.