29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê tirkmenan ji bo bertekê nîşan bidin ku çima bi biryara yekal alaya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê darda kirine çalakî li dar xistin. Di heman demê da wezîfedarekî walîtiyê ji bo ku bi wesayîta xwe va têkeve avahiya bajêr 2 çalakvan birîndar kir.
Bi hezaran kerkûkiyên ku tevlî çalakiya "berteka dijî alaya HKIyê" ya ku Rêxistinên Civaka Sivîl a Tirkmenan li dar xistibû bûn, alaya tirkmenan dan destê xwe û hetanî pêşiya avahiya walîtiyê meşiyan.
Çalakvanên tirkmen xwestin ku bira biryara dardakirina alayê ya ku bi raydayîna kurdan hat qebûlkirin bê betalkirin û bi dirûşmeyên "walî îstifa", "Kerkûk a tirkmenan e, ew ê wisa bimîne", "Biryara dereqanûnî hat dayîn" va meşiyan.
Di heman demê da kesekî ku dibêjin wezîfedarekê hikûmetê ye ji bo ku bi wesayîta xwe va têkeve avahiya bajêr 2 çalakvan birîndar kir. Wesayît bi lez ji dewsa bûyerê dûr ket, herdu birîndarên tirkmen rakirin nexweşxaneyê.
Lutfiye Turmeliya ji çalakvanên tirkmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Biryara şaş a ku Walîtiya Kerkûkê hilda ew ê fitneyê têxe nav komên netewewî yên li Kerkûkê. Ji ber vê dibê vê biryara dereqanûnî ya yekalî ji serî da bê nirxandin, ku wisa nekin em ê li Bexdayê çalakiyê li dar bixin."
Almaz Mixtarê tirkmen yê tevlî çalakiyê bû wiha axivî: "Xelkê Kerkûkê bi salan e dikşîne. Heger li bajêr tevlihevî derkeve ev bi kêrî DEAŞê tê. Ji bo tevlihevî dernekeve divê biryar çardin bê nirxandin."
Meclisa Bajêr a Kerkûkê bi beşdariya 26 endamên kurd do civiyabû û biryar hatibû dayîn ligel alaya Iraqê alaya HKIyê jî bê daliqandin. Endamên ereb û tirkmen civîn boykot kiribûn û tevlî dengdayînê nebûbûn.
- Statuya Kerkûkê
Amerîkayê wexta ku di 2003an da Iraqê dagir kir, hêzên kurdan jî Kerkûk bi fîîlî dest xist û piştî hingê gelek kurdan koçî bajêr kiribû. Li gor benda 140emîn a Makezagona Iraqê ku di 2005an da hat nivîsandin, statuya Kerkûkê wiha hat plankirin; Kesên ku di dewra Sedam Huseyîn da bi darê zorê koç kirin, wê cardin vegerin, pişt ra li Kerkûkê nifûsê were jimartin û ji bo statuya wê referandumekê were kirin û rewşa dawîn were kifşkirin. Lêbelê ji ber hin sedem û lihevnekirinan ev bend hê nehatiye sepandin.
Bexda dibêje ku Kerkûk ji aliyê îdarî va girêdayî rêvebiriya navendî ye, kurd û bi taybetî jî YNK dixwaze ku Kerkûk tevlî Herêma Kurdistana Iraqê bibe. Tirkmen jî li dijî vê dertên û dixwazin ku Kerkûk bibe xwedî statuyeke taybet. Piraniya nifûsa bajêr ji tirkmen, kurd û ereban pêk tê.