Elif Orhan
09 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
KÎEV
Serokomar Erdogan: "(Di navbera Tirkiye û DYAyê de rawestandina miameleyên vîzeyê) Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Berî her tiştê em qabîleyek nînin, em dewleteke qabîleyan jî nînin. Metna ku wan eşkere kir çi be li gor esasa beramberiyê li gor wê metna hemberî wê metnê jî demildest balyozê me yê li Amerîkayê eşkere kir.Pêvajo ev e."
Serokomar Erdogan der barê di navbera Tirkiye û DYAyê de rawestandina miameleyên vîzeyê de got ku "Ev biryar beriya her tiştê mirov gelekî xemgîn dike. Ango li Enqereyê balyoz biryareke wiha sitand û tetbîq kir û ev yek mirov xemgîn dike. Rayedarên Wezareta me ya Karên Derve dema ku ev tiştên der barê mijarê de bihîstin teşebûsên hewcedar kirin û telefonî mixatabên xwe kirin."