Önder Beyter,Abdullah Tel
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA
Di zîrweya serokan a li ser Sûriyeyê ya ku li Enqereyê hat lidarxistin da binê wê yekê hat xêzkirin ku Tirkiye, Rûsya û Îran ji bo parastina yekperçeyiya xaka Sûriyeyê her cure hewldanên afirandina rewşên nû li qadê yên bi kirasê têkoşîna dijî terorê red dikin.
Piştî zîrveya li ser Sûriyeyê ya ku li Enqereyê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî va hat lidarxistin, daxuyaniyeke hevbeş hat weşandin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku hersê serokan piştî zîrveya ku di 22yê Mijdara 2017an li bajarê Soçî yê Rûsyayê hat lidarxistin, geşedanên li Sûriyeyê nirxandin.
Herwiha hat destnîşankirin ku serok pir kêfxweş in ku pêvajoya Astanayê ya ku di rêbendana 2017an da li Qazaxistanê hatibû destpêkirin, bi kêrî çareserkirina krîza Sûriyeyê tê.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di zîrweya li Enqereyê da nêrîna serokan a li ser wê mijarê wekî hev e ku di navbera aliyên ku şer dikin da agirbesteke mayînde were edilandin û hevkariya aktîf a heyî were domandin da ku pêvajoya siyasî ya di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku jimara wê 2254 e da pêşda biçe.
Di daxuyaniyê da ew yek hat dubarekirin ku hersê serok serwerî, serbixweyî, yekîtî û yekperçeyiya xakê Sûriyeyê diparêzin.
- Yekîtiya xakê
- Di daxuyaniya hevbeş da wiha hat ragihandin:
"Serokan her cure hewldanên afirandina rewşên nû li qadê yên bi kirasê têkoşîna dijî terorê red kirin, ew biryardariya xwe anîn ziman ku ew ê li hemberî rojevên cudaker ên ku armanca wan ew e ku yekperçeyiya xaka Sûriyeyê û serweriya wê û herwiha ewlekariya neteweyî ya welatên cîran qels bike, bisekinin"
- Di pêvajoya nivîsandina destûrê da wê alîkariya gelê Sûriyeyê were kirin
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ew ê piştgiriya wê yekê were kirin da ku bi alîkariya NYyê komîteya destûrê ku di Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê li Soçî biryara wê hatibû dayîn, were avakirin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku di edilandina yekîtiya Sûriyeyê da ew ê alîkariya gelê Sûriyeyê bikin û wiha hat gotin:
"Ew pêwîstî dubare anîn ziman ku divê piştgiriya gelê Sûriyeyê were kirin da ku bi wasiteya hilbijartinên adil û serbest ên ku wê di bin çavdêriya NYyê da li ser bingeheke berfireh û bi pêşengtî, mazûvanî û beşdariya hemû gelê Sûriyeyê va were kirin ku ji nakokiyê ra çareseriyeke siyasî were dîtin""
- Têkoşîna bi rêxistinên terorî ra
Di daxuyaniya Zîrweya Sêalî ya Tirkiye, Îran û Rûsyayê îmzeya xwe avêtin binî da hat gotin ku li hemberî DEAŞ, Eniya Nusra û El- Qaîdeya rêxistinên terorê û rêxistinên terorê yên bi wan ra têkîldarin ji holê bên rakirin bi şirîkatî têkoşîn wê bibome.
Daxuyaniyê da hat gotin ku lîderên hersê welatan jî radigihînin ku di têkoşîna li hemberî rêxistinên terorê da ji bo rê li ber zayîata digihîje sivîlan bê girtin divê komên mûxalîf ên çekdar ji komên rêxistinên terorê yên tevlî agirbesta rejîmê bûne baş ji hev bên veqetandin.
- Ji bo parastina sivîlan biryardarî
Di zîrweyê da li ser herêmên Sûriyeyê yên ku hatine dorpêçkirin jî hat sekinandin û di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ya bi jimara 2401î ku wek bertek li dijî rewşa mirovahiyê ya sosret a ser Xutaya Rojhilat, Yermuk, Fua, Kefterya, bajarê Îdlibê , bakurê bajarê Hamayê, Rukban û Reqa jî di nav da li seranserê Sûriyeyê diqewimin hatibû dayîn, xweş dibînin. Bangî hemû aliyên şer didomînin kirin û binpêkirina agirbestê jî di nav da ji hemûyan xwestin ku bila ji hemû binpêkirinan dûr bisekinin."
Civîna din jî li ser daxwaza Rûhanî wê li Îranê bê kirin.