Ahmet Aydın
21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hevpeymanên wan ên ku li Sûriyeyê dijî DEAŞê şer dikin bi serkeftî Reqa rizgar kirine.
Trump di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Reqa ji DEAŞê hatiye paqijkirin.
Trump derbarê PKK/PYDya rêxistina terorê de ya ku li Sûriyeyê navê HSDê bikar dibe got, "HSD û hevpeymanên me yên ku li Sûriyeyê dijî DEAŞê şer dikin bi serkeftî Reqaya ku rêxistina terorê weke paytext bikar dianîn, rizgar kirin. Di encama karekî hevbeş de hêzên me temamê bajêr ji DEAŞê paqijkirin."
Trump tekezî li wê yekê kir ku rixgarkirina Reqayê di têkoşîna dijî DEAŞê de "xaleke gelekî giring e" û wiha got, "Emê ji bo daxistina tansiyonê li Sûriyeyê piştevaniya hêzên xwecihî bikin. Wê Sûriye derbasî asteke nû bibe. Ji bo dabînkirina aşitiyeke mayinde, emê mercan berfirehtir bikin, emê dawî li wê yekê bînin ku rêxistina terorê vegere. Emê berdewamiyê bidin civînên digel hevpeymanên xwe ji bo piştevaniya pêvajoya dîplomatîk. Emê derbasî pêvajoya sîyasî bibin û bihêlin ku penaber vegerin malên xwe."