Tevfik Durul
21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
SEUL
Sekreterê Giştî yê Komeleya Dostaniya Tirkiye-Koreyê Prof. Dr. Lee Hee Soo, destnîşan kir ku li Koreya Başûr gelê tirk di nava wan gelan de ye gelekê jê tê heskirin û got, "Emê tu carî fîdakariya lşekerên Tirkiyeyê ya ji bo rizgariya Koreya Başûr jibîr nekin û emê ji nifşên xwe yên siberojê re vebêjin."
Sekreterê giştî Lee ku li Seûla paytext li Zanîngeha Hanyangê li Beşa Antropolojiya Çandî mamosta ye û di heman demê de Lêkolînerê Dîraka Îslamî ye, di mijarên weke têkiliyên 60 salî yên di navbera Tirkiye û Koreya Başûr, Herba Koreyê, hewla derbeyê ya FETO û rageşiya Koreya Bakur ji nûçegihanên AAyê re nirxandin kir.
Prof. Dr. Lee, destnîşan kir ku li Koreya Başûr gelê tirk di nava wan gelan de ye ku gelekê jê tê heskirin û got, "Cihê Tirkiyeyê di dilê gelê Koreyê de wê qet vala nebe."
Lee bibîr xist ku di dema Herba Koreyê de 15 hezar leşkerên Tirkiyeyê hatine bi hawaran wan ve û got, "Emê tu carî fîdakariya lşekerên Tirkiyeyê ya ji bo rizgariya Koreya Başûr jibîr nekin û emê ji nifşên xwe yên siberojê re vebêjin."
Lee anî ziman ku di dema Herba Koreyê de leşkerên Amerîkayê hinek helwestên neyênî û nexwestî nîşan dane û tekezî li wê yekê kir ku Mehmetçîkan bi qehremanî û egîdiya xwe dersa mirovayetiyê dane. Heriwa ji bo êtîmên ku li derdora Tugaya Tirk kombûbûn mektebek vekirin û got, "Di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin ku leşkerê welatekî hewlwestên bi vî şiklî humanîst nîşan dane."
Lee herwiha îfade kir ku ji ber qenci û dilovaniya leşkerên Tirkiyeyê hinek ji Koreyiyan bûne misilman û di navbera gelê Kore û Tirkiyeyê de biratiyeke dilsoziyê ava bûye.
- Têkiliyên Aborî û Çandî
Lee destnîşan kir ku di navbera Tirkiye û Koreya Başûr de heftane 21 seferên asîmanî yê rasterast hene û par nêzîka 300 hezar geştiyarên Koreyî serdana Tirkiyeyê kirine û got, "Tirkiyeya ku di herêma xwe de wêneyê îstiqrara aboriyê ye roj bi roj bêhtir bala veberhênerên Koreyê dikişîne."
- Hewla derbeyê ya FETO
Lee derbarê hewla derbeyê ya FETOyê de jî axivî û got, "Pêdivê herdu welat zehmetiyan bi dû xwe de bihêlin û têkiliyên xwe bihêztir bikin. Li welatekê di sedsala 21ê de li dijî demokrasiyê hewla derbeyekê hat dayîn, meclis hat bordûmankirin, bi sedan sivîl hatin kuştin, ev tişt nayê qebûlkirin."