Elif Orhan
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 24 Hezîran 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku bi Îranê ra şer naxwaze û heta ku pêş şert neyên amade ye ku biaxive.
Turmp hevpeyvîn da NBCya televîzyona Amerîkayê û der barê rageşiya bi Îranê ra da nirxandin kirin.
Trump di hevpeyvînê da got ku "Ez bi Îranê ra şer naxwazim. Dê xirabûneke wisa çêbe ku me heta niha nedîtiye û ez vê naxwazim lê nikarin bibin xwedî çekên nukleer."
Ji aliyê din va Turmp li ser pirsa der barê dê li pêş şerteke dibe ku ji Îranê bê çawa bibîne got ku "Ev meseleya min nîne. Pêş şert tune."
Trump herwiha got wisa bawer dike ku Îran ji hêla aboriyê va di rewşeke gelekî dijwar da ye û ji bo mizakereyê vekiriye û nirxandina "Îran dixwaze ku peymanê bike. Lihevhatina min der barê çekên nukleer da ye. Lê binêrin, ew (Îran) dê nebe xwedî çekên nukleer. Ez wisa bawer dikim ku ji pozîsyona ku niha di nav da ne kêfxweş nînin. Aboriya wan birastî jî xirab e." kir.
- ÎHAya hat daxistin
Pasdarên Şoreşa Îranê roja pêncşemê ragihandibû ku li perava bajarê Kuhmibareka li ser eyaleta Hurmizgana ku qeraxa wê bi Kendava Umanê ra heye ji bejayê moşek avêt û ÎHAyeke cureyê RQ-4 Global Hawk a Hêzên Asîmanî yên Amerîkayê ya ku "Saheya asîmanî ya Îranê îxlal kir" daxistiye.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî parastibû ku droneya hêzên Asîmanî ya Amerîkayê ya li ser Kendava Hurmizê dema ku li sehaya asîmanî ya navneteweyî difiriya hat daxistin.
Li ser vê li Qesra Spî civîna rewşa acîl a ku tê da misîlemeya eskerî ya dijî Îranê hebû û Trump serokatiya wê kir hatibû kirin lêbelê Trump kêliya dawîn "bi hinceta dê gelek mirov bimirin" dev ji misîlemeyê berdabû.