Li gor agahiya ku hat bidestxistin, lêpirsîna bûyerê ji aliyê 4 dozgerên Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve tê kirin û di çarçoveya lêpirsînê de 19 kesan li avahiya ewlehiyê îfade dan û jê 8 kes hatin binçavkirin.
Li avahiya ewlehiyê piştî lêpirsîna van 8 kesan 2 kes jê hatin berdan û 6 kesê wan bi daxwaza binçavkirinê şandin dadgeha nobedar.
Dadgeha nobedar Mehmet Mesut Memduhogluyê ku li gor encamên nefermî bû şaredarê Tilloyê jî di nav de biryar da ku 5 kesên tewanbar bên binçavkirin.
Weke ku zanîn li Sêrtê di navbera xizmên namzedên AK Partî û Partiya Saadetê de şerê biçek derketibû û di şer de namzedê Partiya Saadetê yê serokatiya şaredariya navçeya Tilloyê Behmen Aydin hatibû kêrkirin û miribû.