01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 02 Nîsan 2017
HUMS
Qefleya 3yan a ku ji mixalifên leşkerî û sivîlan pêk tê ya li Waera herêma Humsa ku bi destê rejima Esed hatiye dorpêçkirin û her tim agirbest lê tê îxlalkirin ji bo tehliyeyê derkete rê.
Qefleya ku ji kêm zêde hezar û 800 kesî pêk tê ya ku ji Waera herêma navenda Humsê derkete rê ber bi dorberê Îdlibê diçe.
Hat diyarkirin ku di qefleyê da 358 jin, 434 zarok û 73 nexweş hene.
Du qefleyên ku di meha adarê da ji Waerê hatibûn tehliyekirin li Cerablusa ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da ji rêxistinên terorê hatibû paqijkirin hatibûn bicîkirin.
- Li Waerê 15 hezar kesê bimînin
Li gor agahiyên ku ji konsêya kordinasyona herêmî ya Humsê hatin sitandin, 22 hezar kesî ji bo ku ji Waerê herin herêmên ewledar serê lê xistibûn, lê belê rejimê bi tenê serîlêdana 15 hezar kesî qebûl kiribû. Ew e kesên ku serîlêdana wan nehatin qebûlkirin jî li herêmên rejimê bên belavkirin.
Ew ê ji 15 hezar mixalifî 3 hezar kes li dorberê Humsê, 6 hezar kes li Îdlibê, 6 hezar kes jî li bakurê Helebê bên bicîkirin.
Piraniya kesên ku ew ê bên tehliyekirin ji jin, zarok û kal û pîran pêk tên.
Li gor pîlanê her hefteyê kêm zêde 2 hezar kesê ji Waerê bên tehliyekirin.